Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em bi tundî bombebarana Tirkiyê şermezar dikin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bomberankirina seyrangeha gundê Perex a Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve daxûyaniyek da û ragihand, “Em bi tundî bombebarana seyrangeha Perex a Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve şermezar dikin.”
21.07.2022, Per - 06:32
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em bi tundî bombebarana Tirkiyê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Çarşema 20ê Tîrmeha 2022an bi tundî bombebarana Tirkiyê ya li ser seyrangeha Perex a Zaxoyê şermezar kir û daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê ji nakokiyên herêmî dûr bimîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Çendîn car Herêma Kurdistanê li hundir û derveyî Iraqê bûye armanca êrîşan ku ziyanên canî û madî gihandine welatiyên me. Divê Hikûmeta Federal û civaka navneteweyî ji bo pêşîlêgirtin û bidawîkirina van binpêkirinan bi bandor bixebitin.”

Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr îro Çarşemê ji Rûdawê re got, “Tirkiyê îro du caran gundê Perexê topbaran kir.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de bûne cihê metirsiya berdewam li ser welatiyên me. Em careke din daxwaz dikin ku Herêma Kurdistanê nabe welatiyên bêguneh bibin qurbanî.”

Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî lijeneyeke bilind a ewlehiyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê bo lêkolîna bombebaranê şand Zaxoyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:46