Hikûmeta Herêma Kurdistanê hawirdekirina xiyaran qedexe kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hawirdekirina xiyaran ji derve qedexe kir û ragihand, ji bo ku di siberojê de berhemên xiyar ên Kurdistanê hinardeyî derveyî welat werin kirin, kar tê kirin.
24.05.2023, Çar - 14:54
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hawirdekirina xiyaran qedexe kir
Nuçe Belav bike

Îro Çarşemê 24ê Gulana 2023an, Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji bo piştgiriya cotkaran û firotin û girîngîdana berhemên navxweyî, Hikûmeta Herêmê biryar da, hawirdekirina xiyaran ji derveyî welat qedexe bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, yek ji armancên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bibazarkirina berhemên cotkaran e, ji bo vê mebestê jî baca li ser hinardeya berhemên navxweyî bo derveyî welat rakir û destûra damezrandina çendîn kargehên navxweyî da, ku piştî tijekirina pêwîstiya navxwe, berhemên xwemalî bi nav û Ala Kurdistanê bişînin derveyî welat.

Li gor daxuyaniyê, niha tenê li gundekî ser bi bajarokê Akrê, rojane nêzîkî 6 ton xiyar tê berhemanîn, ji bilî pêwîstiya navxwe, hinardeyî naverast û başûrê Iraqê jî tê kirin û kar li ser wê yekê tê kirin ku di siberojê de hinardeyî derveyî welat were kirin.

Tenê li gundê Spîmal, zêdetirî 200 malbat bi çandina xiyaran ve mijûl in û ev jî ji bilî pêkanîna derfetên kar, bûye sedema wê yekê ku bi hezaran kes ji vî karî û du veguhestin û firotina vê berhemê de sûdmend bibin.

Ji bilî hinardekriina hinar û birinc û simaq û tehîn, niha hinardekirina berhemên tirî û sêv û hingiv, wek sê berhemên din ên xwemalî, ji bo bazarên welatan hatine destnîşankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 654 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:44:31