Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Xebatên çêkirina pênc hewzan li ser rûbarê Xabûrê bi şev û roj didomin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, biryara dirustkirina pênc hewzan li ser rûbarê Xabûrê yê li Zaxoyê hatiye dayîn, ku ji aliyê çar kompaniyan ve kar li ser wan tê kirin.
18.10.2022, Sal - 14:47
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Xebatên çêkirina pênc hewzan li ser rûbarê Xabûrê bi şev û roj didomin
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, dirustkirina pênc hewzan li ser rûbarê Xabûrê yê Zaxoyê, tevî ku dê dîmena ciwan bide bajêr û derdora wê, asta avê jî dê ji metreyekê bo du metre û nv bilind bike û sektora geştyariyê vejîne.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, ji bo ku ew hewz di dema diyarkirî de werin çêkirin û xebatên wê bileztir birêve biçin, çar kompaniyên cuda erkê çêkirina wan li xwe girtine û bi her çar kompaniyan, nêzîkî 200 karker û karmend bi zêdetirî 20 makîneyan ve, şev û roj heta 20 demjimêran dixebitin ku zêdetirî %75ê wan karker û karmendan, xelkê deverê ne.

Dirêjahiya rûbarê Xabûrê 160 kîlometre ye û di 47 gundên sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê re derbas dibe.

Ji ber hişkesaliyê, asta ava rûbarê Xabûrê bi awayekî berçav daketiye, ji ber vê yekê bi temambûna wan hewzan, xelk û navçe ji kêmavî û hişkesaliyê dê rizgar bibin.

Fermangeha Medya û Zanyarî behsa wê yekê kir ku di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Zaxo bûye îdareyeke serbixwe û niha çendîn projeyên mezin tê de têne encamdan ku dê bibin sedema vejîna Zaxoyê û ciwantirbûna bajêr wek dirustkirina pênc hewzan li ser rûbarê Xabûrê û kesktirkirina bajêr û çêkirina parkên mezin û mûzexane û qîrkirina cade û rêyan û berfirehkirin û modernkirina durêyên sereke yên bajêr.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:53