Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 792 milyon litre mazot pêşkêşî santralên elektrîkê kiriye

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê roja pêncşemê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 3 salên borî de 792 milyon û 655 hezar û 855 lître mazot pêşkêşî santralên elektrîkê yên Herêma Kurdistanê kiriye.
08.07.2022, Cum - 11:01
Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 792 milyon litre mazot pêşkêşî santralên elektrîkê kiriye
Nuçe Belav bike

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê roja pêncşemê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 3 salên borî de 792 milyon û 655 hezar û 855 lître mazot pêşkêşî santralên elektrîkê yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nîvê duyemîn a sala 2019an de 105 milyon û 706 hezar û 120 lître mazot ji bo santralên elektrîkê terxan kir, bi buhayê 47 milyar û 500 milyon dînar.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2020ê de 247 milyon û 848 hezar û 569 lître benzîn ji bo santralên elektrîkê terxan kiriye, bi buhayê 123 milyar û 924 milyon dînar.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2021ê de 302 milyon û 608 hezar û 704 lître mazot bi buhayê 181 milyar û 565 milyon dînar dabîn kir.

Di şeş mehên destpêkê yên îsal de 136 milyon û 429 hezar û 462 lître mazot ji bo santralên elektrîkê hatiye terxankirin, bi buhayê 116 milyar û 18 milyon dînar.

Bi giştî di sê salên borî de 792 milyon û 655 hezar û 855 lître mazot ji bo santralên elektrîkê bi buhayê 469 milyar dînar hatiye terxankirin.

Not:

Bihayên mazotê sal bi sal diguhere

2019 Bihayê 1 lître 540 Dînar

2020 Bihayê 1 lître 500 Dînar

2021 Bihayê 1 lître 600 Dînar

2022 Bihayê 1 lître 850 Dînar

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 567 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:25:14