Hikûmeta Iraqê çend xalên serbazî li ser sînorên Tirkiye û Îranê danî

Hêzên parastina sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê, bi armanca rêgirtin li grûpên neyasayî û qaçaxiyan, çend xal li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re danîn.
07.07.2022, Per - 08:52
Hikûmeta Iraqê çend xalên serbazî li ser sînorên Tirkiye û Îranê danî
Nuçe Belav bike

K24 ragehandiye, yekîneyên parastina sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ku parastina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî erkê wan e, du xalên serbazî li deverên Hacî Omeran, Kudu û Berdonaz ku di Îranê re hevsînor in danîn, bi armanca rê li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan bigirin.

Hêzên parastina sînor çend xal jî li devera Mêrgesorê û nahiya Şêrwan Mezin ku bi Tirkiyê re hevsînor in, danîn.

Ev xalên serbazî ji bilî ku dê rê li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan bigire, dê rê li pêş bombebaran û topbarana welatên cîran jî bigire.

Hêzên parastina sînor yên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê erka xwe bicîh tînin, hemû kurd in û di dema erkê de alaya Kurdistanê jî li kêleka alaya Iraqê bikar tînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 563 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:42