Hikûmeta Kurdistanê bang li xelkê Kurdistanê kir: Neçin Çînê!

Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê kir, bo tenduristiya xwe vê gavê serdana Çînê nekin.
01.02.2020, Cts - 07:35
Hikûmeta Kurdistanê bang li xelkê Kurdistanê kir: Neçin Çînê!
Nuçe Belav bike

Roj bi roj nexweşiya Koronayê zêdetir li Çînê û cîhanê belav dibe. Metirsiya wê nexweşiyê gihîştiye wê astê ku rêxistina tenduristiya cîhanî (WHO) rewşa awarte li seranserî cîhanê ragihand.

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê jî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir, bo tenduristiya xwe û dûrketin ji nexweşiya Koronayê, vê gavê serdana Çînê nekin û bernameya serdana xwe paş bixin.

Li Çînê heta niha herî kêm 260 kes bi nexweşiya Koronayê mirine û bi hezaran kes jî pê ketine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 988 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:04:32