Hindik ma Iraq û Kurdistan bigihêjin rêkeftinekê

Şêwirmendê Qanûnî yê Serokatiya Parlamantoya Kurdistanê Lawend Celal Axa got, "hikûmeta federal a Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hewlêrê li ser rêya rast e û destnîşan kir ku hindik maye ku Herêma Kurdistanê bigihêje rêkeftinekê ji bo birêvebirina deriyên sînorî.
13.01.2018, Cts - 14:40
Hindik ma Iraq û Kurdistan bigihêjin rêkeftinekê
Nuçe Belav bike

Li gorî kanal Elerebiye Hedesê, Celal Axayî îro gotiye ku armanca serdana şandeya kurdî ya Wezîrê Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî serokatiya wê dike ew e ku kêşeyên deriyên sînorî, gumrik û balafirgehan çareser bikin.

Herwiha rayedarê kurd destnîşan kir ku hinek dewletên ewropî jî navbeynkariyê dikin û got ku çareserkirina kêşeya balafirgehan dê nîşana destpêkê ya çareserkirina kêşeyan be.

Vê sibehê ofîsa Wezîrê hundir yê Iraqê ragihandibû ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dê li gel Wezîrê Navxwe yê Iraqê û çend wezîr û rayedarên din ên hikûmeta Iraqê bicive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:43:27