HKN: Em li Herêma Kurdistanê 1,8 milyar dolar petrol û gaz berhem tînin

Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Enerjiya Amerîka û Cîgirê Serokê Kompaniya HKN Ji Bo Enerjiyê Matthew M. Zais got, “Em li Herêma Kurdistanê bi qasî 1,8 milyar dolar petrol û gaz berhem tînin.’’
01.03.2023, Çar - 08:25
HKN: Em li Herêma Kurdistanê 1,8 milyar dolar petrol û gaz berhem tînin
Nuçe Belav bike

Îro Çarşemê 1ê Adarê 2023yan Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi axaftina Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî destpê kir ku bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî birêve diçe.

Panela yekem a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navê “Guhertinên Di Asayîşa Enerjiya Cîhanî De û Milmilaneya Li Rojhilata Navîn” dest pê kir. Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Enerjiya Amerîka û Cîgirê Serokê Kompaniya HKN Ji Bo Enerjiyê Matthew M. Zais, Rêveberê Desteya Giştî ya Qemer Enerjî û Şarezayê Stratejiya Enerjiyê li Rojhilata Navîn Robin Mills û Rêveberê Zanyariyan li Sendoqa AFC ya Iraqê Ehmed Tabaqchali wek axavtvan beşdar bûn.

Rêveberê Desteya Giştî ya Qemer Enerjî û Şarezayê Stratejiya Enerjiyê li Rojhilata Navîn Robin Mills diyar kir ku pirsgirêka petrol û gazê ya di navbera Iraq û Kurdistanê de divê lihevkirinek di çarçoveya yasaya Hikûmeta Federal de were kirin.

Robin Mills bal kişande ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê di warê petrol û gazê de cihekî berçav e û got, “Gavên ku Herêma Kurdistanê dê ji bo kêmkirina asta karbonê biavêje wê herêmê balkêştir bike.”

Robin Mills herwiha amaje bi wê yekê kir ku Gaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi gaza welatên din re hevrikiyê bike û got: “Eger nirxê gaza Herêma Kurdistanê maqûl be dê bala weberhêneran bikişîne. Ji ber zêdebûna nirxê gazê, gaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi gaza welatên din re hevrikiyê bike.”

CEOyê Qamar Energy û pisporê stratejiya enerjiyê li Rojhilata Navîn Robin Mills, herwiha anî ziman ku Herêma Kurdistanê dikare bi rêya Tirkiyê gaza xwe bişîne Ewropayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 451 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:57:00