Hollanda di têkiliyên Kurdistanê de dikeve asteke nû

Heyeta Herêma Kurdistanê ku serokatiya wê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dike, ligel Wezîrê Derve yê Holandê Bert Koenders hatin ba hev.
16.06.2017, Cum - 06:18
Hollanda di têkiliyên Kurdistanê de dikeve asteke nû
Nuçe Belav bike

Di civînê de Wezîrê Derve yê Holandê Bert Koenders ragihand ku armanca wan ew e ku hevkariya li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibin û piştgiriya xwe ya bo Pêşmerge jî zêde bikin. Bert Koenders got: "Em ê dayîna perwerdeyê bo hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bidomînin."

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Holandê heyet li ser gelek mijaran danûstandin kirine. Koenders got: "Armanca me ew e ku di derbarê hin mijaran de em hevkariya xwe pêşve bibin. Ji ber serdana heyeta Kurdistanê em kêfxweş in.

Koenders di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em dizanin li herêmê gelek mirov hene ku ji ber DAIŞê êş û jan kişandine û ji cih û warê xwe bûne. Em ê alîkariya mirovî jî bişînin Herêma Kurdistanê ku xwedî li gelek koçberan derketiye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:00