Hollanda: : Em dixwazin ligel Herêma Kurdistanê hevkarî bikin

Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve ya Holandayê Liesje Schreinemacher diyar kir ku ew weke hikûmeta Holandayê dixwazin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û hevaheng bin
29.04.2022, Cum - 10:57
Hollanda: : Em dixwazin ligel Herêma Kurdistanê hevkarî bikin
Nuçe Belav bike

Liesje Schreinemacher derbarê hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrur Barzanî de ligel ajansa daxuyaniyek da. Schreinemacher ragihand: “Civîneke me ya baş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk hat, me behsa hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Holandayê kir.”

Schreinemacher destnîşan kir: “Ji bo ku em bizanin çawa hevahengiyê bikin, me ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pêwendî û hewldanên rabirdû û plana siberojê gotûbêj kir.”

Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve ya Holandayê eşkere kir: “Yek ji wan mijarên ku me ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî behs kir, berfirehkirina aboriya Kurdistanê bû, ev jî tê wateya hebûna rola zêdeti a sektora taybet û xelk û ciwanên xwedî kar.”

Herwiha diyar kir, yek ji wan warên ku Holanda tê de gelek pêş ketiye, sektora çandiniyê û birêvebirina çavkaniyên avê ye, ev jî yek ji wan kêşeyan e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kir çawa ligel Holandayê hevaheng û hevkar bin û çawa veberhênerên Holandî di van waran de bikarin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin. Liesje Schreinemacher dibêje: “Em weke hikûmeta Holandayê dixwazin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û hevaheng bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 966 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:58:29