Hoşyar Sîweylî: Piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, tişta serekî ji bo me yasaya neft û gazê ye

Endamê rêveberiya PDKê behsa pirsgirêka neft û gazê li Kurdistanê û çareseriya wê pirsgirêkê jî li gel Bexdayê dike û dibêje: ‘’Di nexşeya wuze ya cîhanê de Kurdistanê re giringiyekî baş tê dayîn.’’
20.09.2022, Sal - 08:14
Hoşyar Sîweylî: Piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, tişta serekî ji bo me yasaya neft û gazê ye
Nuçe Belav bike

Endamê rêveberiya PDKê Hoşyar Sîweylî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi awayekî giştî pirsgirêka wuze û neftê mijarekî giringe ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê li cîhanê jî û bi taybet Ewrupa jî. Henardeya gaza xwezayî ji Rûsyayê bo Ewrupayê kêm bûye û hatiye sînordar kirin. Dewletên Ewrupa jî hewl didin ku tenê pişta xwe bi çavkaniya gaza xwezayî ya Rûsyayê ve girênedin. Ji ber wê li navçeyê li dû bedîl û cîhgirekî din digerin. Bi taybet pêşxistina çavkaniyên din ên gaza xwezayî digerin. Herêma Kurdistanê ji aliyê gaza xwezayî ve dewlemende û Kurdistan di nexşeya cîhanê de xwedî pêgeh e. Tişta giringe li çarçoveya destûrê de pirsgirêkên hene li gel Bexdayê em çareser bikin û hewl bê dayîn yasaya neft û gazê li ser asta Iraqê derkeve û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ji aliyê wuze ve di çarçoveya wê yasayê de bên bicîh kirin.’’

Herwaha got: ‘’Tişta giring divê mijarên destûrî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareser kirin û pişt bi wan madeyên destûrî ve bê girêdan ku behsa neft û gazê dikin. Herêma Kurdistanê hewl dide ji sala 2007ê ve yasaya neft û gazê li Parlamentoya Iraqê derbixe û vê derbarê de projeyasa jî hatiye amade kirin, lê di dema Nûrî Malîkî de ku serokwezîrê Iraqê bû, hikûmeta Iraqê poşman bû. Naha jî tişta serekî ji bo PDKê wek siyaseta dewletmedariyê ev e, ku ev pirs li gel Bexdayê bê çareser kirin û girêdayî destûrê be û biryarekî dadgeha federal jî vê derbarê de heye, ku hin pirsgirêk jî çêkirine. Ev jî dibe sedem ku hikûmeta Iraqê ya dema bê bêhtir giringiyê vê mijarê bide û pirsgirêk di çarçoveya destûrê de bên çareser kirin.’’

Hoşyar Sîweylî got: ‘’PDKê lijneyekî gotûbêjan li gel aliyên Bexdayê heye, ji bo çawa pêkanîna hikûmeta Iraqê ye, lê tişta giring yek ji pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, ku wek PDK kar li ser dike, mijara çareseriya pirsa neft û gaz û derketina yasaya neft û gazê ye. Ev mjiara neft û gazê dê zêdetir bê behs kirin û piştî madeya 140 a destûra Iraqê mijara herî giring a duyem e.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:52