Hoşyar Zêbarî: Qedexekirina 3 partiyên ser bi PKKê biryareke jîrane ye

Hoşyar Zêbarî biryara Desteya Dadwerî ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ya dûrxistina 3 partiyên nêzîkî PKKê ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, bi karekî rast û jîrane binav kir û got, ew her sê partî faktorên nearamî û tevliheviyê ne.
07.08.2024, Çar - 10:12
Hoşyar Zêbarî: Qedexekirina 3 partiyên ser bi PKKê biryareke jîrane ye
Nuçe Belav bike

Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser tora civakî “X” nivîsî: “Biryara Desteya Dadwerî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinan ji bo qedexekirina sê partiyên Kurdî yên ser bi PKKê ve di hilbijartnên Parlamentoya Kurdistanê de, rast û jîrane ye, ji ber ku ew bûne şaneyeke penceşêrê li Herêma Kurdistanê û Iraqê û ew faktora nearamî û tevliheviyê ne.”

Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê destpêka vê mehê de, biryara hilweşandina 3 partiyên siyasî derxist, ku tê gotin girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê ne ku li Iraqê qedexe ye.

Li ser daxwaza Ofîsa Karûbarên Partî û Rêxistinên Siyasî, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê biryar da ku partiyên (Azadiya Demokratîk a Êzidiyan, Bereya Têkoşîna Demokratîk û Tevgera Azadî) bên hilweşandin, navendên wan bên girtin û mal û milkên wan bên desteserkirin.

Ev daxwaz, li ser giliya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê bûye, ji ber çalakiyên wan partiyên ser bi PKKê ya qedexekirî li Iraqê hatiye kirin.

Di biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan de hat gotin, piştî lêkolîna Ofîsa Karûbarên Partî û Rêkxistinên Siyasî û zanyariyên dezgeha îstixbarata Iraqê, hat piştrastkirin ku pêwendiya wan aliyan bi PKKê re hene.

 

Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:23