Hozên Ereb bo PKK: Ji Şingalê derkevin

Berdevê Hozên Ereb li Parêzgeha Neynewa ragehand ku, Hozên Ereb yên wê Parêzgehê daxwaz ji Partiya Karekerên Kurdistan(PKK) kirine ku, ji Şingalê derkevin.
07.03.2017, Sal - 16:17
Hozên Ereb bo PKK: Ji Şingalê derkevin
Nuçe Belav bike

Di kongireyeke rojnamevanî de Berdevê Hozên Ereb li Parêzgeha Neynewa Mûzahim El-Hiwêt ragehand ku, îro Sêşemê 25 serok Hozên Ereb yê derdora Parêzgehan Neynewa û kesayetiyên navdar li navçeyê helwesta xwe li himber hebûna PKK li Şingalê aşkere kirin.

Berdevê Hozên Ereban da zanîn ku, serok Hoz û kesayetiyên navdar daxwaz ji PKK kirin ku, zûtirîn dem Şingalê bicih bihêlin ji ber ku, Şingal bi xwîna Pêşmerge hatiye rizgarkirin û di vê pêşmerge wê biparêze ne PKK.

Eve çend rojin PKK li Şingalê pirsgirêk û aloziyan derdixe, Berî niha çavkaniyekê çavdêr li Şingal ji BasNewsê re ragehandibû ku, PKK bi fermana Qendîlê êrîşî Hêzên Pêşmeregyên Roj kiribûn, da zanîn ku, nêzîkî 1000 çekdarî ji Qamişlo, Efrîn û ew hêza li Mincê vegişandî aniye ser sînorê Xanesorê û li pêşiya Hêzên Pêşmerge danaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:31