HSDê: Em û leşkerên Amerika li Tebqayê operasyoneke mezin pêk tînin

HSD û leşkerên DYAyê li bajarê Tebqayê yê nêzîkî Reqqayê li bakurê Sûriyeyê operasyoneke hevpar pêk tînin. Fermandarê HSDê ji Sputnikê re diyar kir ku bêtirî 100 leşkerên amerîkî û 400ên HSDê ji hewayê hatin daxistin bo herêma Tebqayê û got, leşkerên Fransa û Brîtanyayê jî di operasyonê de beşdar in û wan rêya navbera Heleb û Tebqayê de girtiye.
23.03.2017, Per - 11:17
HSDê: Em û leşkerên Amerika li Tebqayê operasyoneke mezin pêk tînin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HSDê hatine bidestxistin, Hêzên HSDê yên YPG serkêşiya wan dike li gel leşkerên DYAyê li navçeya Tebqayê ya girêdayî Reqqayê operasyonekê li dijî DAIŞê li dar dixe. Ev cara yekem e ku hêzên HSDê derbasî başûrê Firatê dibin. Ji ber nebûna rêya bejahî, şervanên HSDê û leşkerên DYAyê ji helîkopteran hatin daxistin bo herêma Tebqayê. Di çarçoveya operasyonê de, gundên Ebû Hureyra, El-Muşayrife, El-Qraîn û El Cemeenê ji destê DAIŞê hatin derxistin.

Fermandarekî HSDê ku di operasyona Tebqayê de cih digire, bi Sputnikê re axivî.

Fermandarî destnîşan kir ku duh li gel leşkerên DYAyê operasyona Tebqayê daye destpêkirin û wiha pê de çû: \"Me li gel leşkerên DYAyê operasyon da destpêkirin. Em duh li gel leşkerên DYAyê ji hewayî hatin daxistin bo Tebqayê. 100 leşkerên DYAyê jî beşdarî operasyonê dibin. Leşkerên Brîtanya û Fransayê jî beşdar dibin. Herwiha 400 kes ji HSDê jî beşdar dibin. Hêzên Taybet ên YPGê roleke çalak di operasyonê de dilîzin. Balafirên hevpeymanê piştgiriyeke xurt didin me. Me gelek milîtanên DAIŞê di pevçûnan de kuştin. Me 4 endamên DAIŞê bi saxî desteser kirin. Şerekî dijwar dewam dike. Me rêya Heleb û Tebqayê jî girt. Niha jî em jhewl didin gundên li başûr û rojavayê Tebqayê jî bistînin. Piştî em bajarî bistînin em ê bendava Tebqayê jî bistînin.\"

Bajarê Tebqayê yê ku 45 kîlometreyan dûrî bajarê Reqqayê ye ji tebaxa 2014an ve di bin destê DAIŞê de ye. Li gel ku piraniya niştîcihên bajarê ereb in jî, kurd jî lê dijîn. Balafirgeheke leşkerî jî li bajarê Tebqayê heye. DAIŞê di dema kontrolkirina bajarî de 160 leşkerên Sûriyeyê bi hev re kuştibûn.

Bendava Tebqayê li başûrê rojhilatê bajarî ye. Bendava Tebqayê ya li başûrê ava Firatê cih digire, mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye.

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 1308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:05