HSD: Li Eyn Îsayê 2 sivîl di êrîşa droneke Tirkiyê de birîndar bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, 2 kesên sivîl li Eyn Êsayê di êrîşeke droneke artêşa Tirkiyê de birîndar bûn.
26.07.2022, Sal - 13:01
HSD: Li Eyn Îsayê 2 sivîl di êrîşa droneke Tirkiyê de birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Malpera HSDê belav kir, droneke artêşa Tirkiyê gundê Seyda yê Eyn Îsayê kir armanc û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Diyar kir jî, birîndarek ji bo nexweşxaneya Eyn Îsayê hate veguhastin û yê din ji ber giraniya birînên wî, ji bo nexweşxaneyeke Reqayê hate veguhastin.

Ev êrîş di demekê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand ku droneke Tirkiyê fermandarekî HSDê li gundê Bîr Ereb yê ser bi Girê Sipî ve bombebaran kir û di encamê de, ew fermandarê HSDê hat kuştin.

Di dema ku Tirkiye gefa operasyonek nû li ser Til Rifat û Minbicê dixwe. Çend roj in Tirkiyê êrîşên xwe yên bi riya dronan li seranserî Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:15