Hûrgiliyên firotin û dahata petrola Herêma Kurdistanê hat aşkera kirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrgiliyên henarde kirin û firotina petrole yên 3 mehên îsal aşkera kir.
24.09.2022, Cts - 12:24
Hûrgiliyên firotin û dahata petrola Herêma Kurdistanê hat aşkera kirin
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrgiliyên henarde kirin û firotina petrole yên 3 mehên îsal aşkera kir, ku bayêz zêdetir ji 3 milyar dolaran neft û petrol hatiye firotin û wek pareyê safî jî milyarek û 517 milyon dolar pare ji bo xezîneya hikûmetê vegeryaye û ew jî ji bo dabîn kirina mûçeyê fermanberan û cîhbicîh kirina projeyan hatiye cuda kirin.

Li gor data û hûrgiliyên hatine aşkera kirin ji roja 01.04.2022yê heta 30.06.2022yê proseya henarde kirin û datayên petrolê yên sê mehan, bi giştî bayê 3 milyar û 789 milyon dolaran neft hatiye firotin.

Hûrgiliyên Raportê jî waha ye.

Li gor hûrgiliyên şîrketa Deloitte, di çarêka duyem a îsal de petrola hatiye firotin bi rêya boriyan ve, zêdetir ji 37 milyon û 618 bermîl bûne û her bermîlek bi nirxê 100 dolar û 38 sent hatiye firotin û bi giştî dahata wê jî dike 3 milyar û 776 milyon dolar. Herwaha nefta ji bo navxwe hatiye firotin jî di 3 mehên çarêka duyem de 237 hezar û 475 bermîl neft e û ji bo her bermîlekî 54 dolar û 8 sent nirxê wê bûye û ji parzûngehên navxwe re hatiye firotin û armanc jî dabîn kirina berhemên neftî bo navxwe bûye û dahata wê jî 12.8 milyon dolar bûye.

Bi giştî nirxê nefta hatiye firotin di çarêka duyem a îsal de zêdetir ji 3 milyar û 789 milyon dolar bûye, ku zêdetir ji 2 milyar û 217 milyon dolarê wê ji bo dayîna deyn û xercên berhemanîn û firotina neftê hatiye xerc kirin. Herwaha bi awayekî safî jî zêdetir ji milyarek û 571 milyon dolar pare vegeriyaye xezîneya hikûmetê û ji bo dabîn kirina mûçeyên fermanberan û cîhbicîhanîna projeyan bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:26