Îmaratê êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Îmaratê êrîşa mûşekî ya Îranê ya 14ê Mijdarê li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
17.11.2022, Per - 07:48
Îmaratê êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Îmarata Erebî de hat ragihandin, ku Îmarat hevxemê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û tekezî li ser girîngiya ewlehî û aramiya herêmê kir.

Her wiha wezaretê hevxemiya xwe ya kûr ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê, malbatên qurbaniyan re xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Roja 14ê Mijdara 2022an Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregehên Partiya Demorkataka Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koye ya Hewlêrê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêz li parêzgeha Silêmaniyê kir.

Di encama wê êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:24:00