Îran deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike

Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike.
24.09.2022, Cts - 14:37
Îran deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike
Nuçe Belav bike

Peyamêrê Rûdawê ragihand ku topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê sînorên nahiyeya Sîdekan a ser bi Soranê ve topbaran dikin û ji ber topbaranê agir derketiye.

Muxtarê Gundê Berbizîn yê bajarokê Sîdekan Mihemed Mecîd ji Rûdawê re da xuyakirin ku topxaneyên supaya pasdaran binara seqer, Sîngan û Gelî Spî û berde spî û telan li bajarokê sîdekan topbaran kirin.

Derbarê ziyanên canî û malî de Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand ku , heta niha ziyanên canî nebûne, tenê ziyanên maddî hebûne.

Rûdawê bi rêya xelkê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê zaniye ku Supaya Pasdaran li navçeya Dole Meydan a Şinoyê topxane cîgir kirine û navçeyê topnaran dike.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:31:48