Topxaneya Îranê duh 25ê Îlona 2022an ji bo roja duyem li ser hev navçeyên çiyayî yên zozanên Hornê li nahiya Sîdekanê ya li devera Biradost topbaran dike.
Ligor zanyariyan ji ber topbaranê Îranê ve, hejmarek mezin ji welatiyên gundên sînorî yên li nahiya Sîdekanê ji malên xwe derketine û berê xwe dane deverên din.
Derbarê hebûna baregehên partiyên perçeyên din ên Kurdistanê li wê deverê, Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re gotiye, ti binke û baregehên PKKê yan partiyên Rojhilatê Kurdistanê li devera wan nîne.
Ji aliyekî din ve, ev roja sêyemîn e deriyê dibistana gundê Binê Reşkîn li nahiya Sîdekanê ji ber topbarana Îranê ve girtî ye.
Duhî jî topxaneya Îranê zozanên Berbizîn û Hornê û Gurê Saye yên li nahiya Sîdekanê dabû ber topan.
Supaya Pasdarên Îranê jî duhî di daxuyaniyekê de hişyarî da welatiyên Herêma Kurdistanê ku ew baregehên partiyên dijberê welatê xwe dike armanc, ji ber wê jî divê ew ji baregehên partiyan nêzîk nebin.