Îranê topbarana gundê Perex yê Zaxo û kuştina geştiyarên Iraqî şermezar kir

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê topbarana li ser navçeyeke geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê, ewlehiya xwe dizane.
21.07.2022, Per - 11:42
Îranê topbarana gundê Perex yê Zaxo û kuştina geştiyarên Iraqî şermezar kir
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeyeke ajansa “ÎRNA” a Îranî, Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Nasir Kenanî topbarana gundê Perexê yê bajarê Zaxo ku bûye sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji xelkê sivîl, şermezar kir.

Kenanî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan, hikûmet û gelê Iraqê nîşan da û got: Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê ewlehiya xwe dizane û ti xemsariyê di hevkarî û alîkariyekê de nake.

duh, gundê Perexê li Zaxo ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatin kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûn.

Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên serdana cihê bûyerê kir û got: “Emê li Encûmena Asayîşê ya Navdewletî doz vekin, ji ber ku tiştê niha heye, ji ber şerê Tirkiye û PKKê rû daye û xelkê sivîl hatiye kuştin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:36:39