Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo biryardana li ser 500 milyar dînarên Bexdayê û dabeşkirina mûçeyan, sibe çarşemê dê civîna xwe pêk bîne.
06.09.2023, Çar - 05:53
Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan, îro çarşemê 6ê Îlona 2023an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dê bicive û gotûbêjên herî dawî yên Hewlêr û Bexdayê û şandina 500 milyar dînarên Bexdayê gotûbêj bike.

Pêştir, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihandibû, di civîna îro ya Encûmena Wezîran de biryar li ser çawaniya dabeşkriina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dê were dayîn, herwiha got; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Darayî axiviye, da ku ji wî pereyê ku ji Herêma Kurdistanê re tê şandin, destpêkê mûçe werin dayîn û roja çarşemê jî Encûmena Wezîran dê biryarê li ser vê mijarê bide.

Ev di demekê de ye ku di civîna herî dawî ya Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar hat dayîn ku bo dema sê mehan bi qasî 500 milyar dînar wek deyn ji Herêma Kurdistanê re were şandin, heta wê dema ku kêşeyên teknîkî yên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser cîbicîkirina yasaya budceyê werin çareserkirin.

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab roja duşemê 4ê Îlona 2023an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo dabeşkirina mûçeyên karmendan, pêwîstiya mehane bi 940 milyar dînar heye. Niha ti dahata me ya neftê nemaye û hemû dahatên neneftê jî ji bo hikûmeta federal têne jimartin. Me mehane nêzîkî 320 milyar dînar ji dahata neneftê heye, li gel 500 milyar dînarên Bexdayê, mûçeyê hemû karmendan dabîn nake.”

Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Kemal Mihemed Salih jî ragihand, ji 25ê Hezîranê ve, mehane 50 hezar heta 102 hezar bermîl petrol her roj radestî Bexdayê hatine kirin, bi giştî rojane 85 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hatine dayîn, lê belê ji wê demê heta niha yek dînar li hember wê petrola ku ji Bexdayê re hatine dayîn, nehatiye şandin.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah jî ragihand, yasaya budceya Iraqê ji bo tolhildana ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatiye nivîsandin û lêdana herî mezin a li destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:12:54