Alaya Kurdistanê ye li Komara Kurdistanê. Ev ala nêzîkî sedsalekê ye, ji bo bilindragirtin û hildana wê, li navendên navdewletî wek remza Kurdistanê tê bi kar anîn.
Dîroknas dibêjin, alaya Kurdistanê, destpêkê li Bakurê Kurdistanê û piştre ji aliyê Partiya Hîwa ve li Başûrê Kurdistanê di sala 1930an de hate bikaranîn û endambûna di wê partiyê de jî, bi sondxwarina li ser alaya Kurdistanê, xencer û Qur’anê bû.
Pisporê dîrokê Azad Ubêd li ser roja alaya Kurdistanê got, “Berî ragihandina Komara Kurdistanê, 17-12-1945 bi amadebûna hejmareke xelkê, alaya Kurdistanê li bajarê Mihabadê hate hildan ku niha me jî ew roj kiriye Roja Alaya Kurdistanê.”
Parlamentoya Kurdistanê ye, dengdan e ji bo hildana alaya Kurdistanê li ser fermangehên Herêma Kurdistanê.
Piştî 10 salan, di 19ê Hezîrana 2009an de, Parlamentoya Kurdistanê roja 17ê Berfanbarê weke Roja Alayê diyar kir.
Biryar ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê ve hate pesendkirin.
A niha salane bi rêûresmên cuda, di wê rojê de, ala tê bilindkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser alaya Kurdistanê anîbû ziman, “Ev alaya sembola berxwedan, xebat û têkoşîna neteweyek e ku bi salan e xebatê dike ji bo azadî, serxwebûn, yeksanî û ji bo ku mafên bi dest bixe."
Hildana alaya Kurdistanê li navçeyên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê qedexe ye. Li Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî rê pê nayê dayîn ku bê hildan. Beşek ji partiyên Kurdistanî jî li parçeyên din ên Kurdistanê, ala Kurdistanê weke ala Kurdistana Mezin, nabînin.”
Ala Kurdistanê, bo yekemîn car 74 sal berî niha di 17ê Kanûna 1945 de li ser banê Komara Kurdistanê û ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li paytexta komarê bajarê Mihabadê hat bilindkirin.
Lê Ala Kurdistanê di heyama salên 1927-30 de jî ji aliyê Rêberê Serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.
Newşîrwan Mistefa di pirtûka xwe ya bi navê Hikûmeta Kurdistanê; ‘Kurd di lîstika Yekîtiya Sovyetê de’, derbarê dîrok û roja bilindkirina Ala Kurdistanê de dibêje, “Di 26ê Sermaweza sala 1324 koçî ya rojî ku dike 16ê Kanûna 1945an, Kurdên parêzgeha Urmiyê bajarê Mihabadê ji bin desthilata hikûmeta wê demê ya Îranê derxistin, ala Îranê anîn xwarê û Ala Kurdistanê li cihê wê bilind kirin. Paşê jî li Nexede, Bokan û gelek cihên din Ala Kurdistanê hat bilindkirin. Deh roj li pey wê re û demjimêr 10ê sibehî di merasimeke pir bi kêfxweşî de û bi amadebûna Pêşewa Qazî Mihemed û nêzîkî 10 hezar kesan, Ala Kurdistanê bi awayekê fermî li bajarê Mihabadê hat bilindkirin.”
Temenê Komara Kurdistanê ya bi paytextiya Mihabadê kurt bû, lê parastina Ala Kurdistanê wek nirxekî netewî û hildana wê hertim li cem Kurdan û serkirdeyên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê wek tiştekî pîroz ma.
Serok Mesûd Barzanî jî derbarê Ala Kurdistanê de dibêje: “Ez ji bo serxwebûna Kurdistanê û di yekemîn Komara Kurdistanê de li Mihabadê û di bin siya Ala Kurdistanê de ji dayik bûm û dixwazim di bin siya Ala Kurdistaneke serbixwe de bimrim.”
Roja 6ê Cotmeha 2017an termê Celal Talebanî, Serokomarê Iraqê yê pêştir di demekê de ku bi Ala Kurdistanê hatibû pêçandin, bi firokeyeke taybet ji Almanya bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.
Berê jî li hemû sazî û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê Ala Kurdistanê dihate bilindkirin. Lê Serokatiya Herêma Kurdistanê, di sala 2006ê de bi fermana jimare 60, bi awayeke fermî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên hikûmî derxist.
Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 2009ê biryar da êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin.
Ji wê demê ve heta niha tenê ne li Başûrê Kurdistanê lê li tevahiya Kurdistana mezin û cîhanê ev roj tê pîrozkirin.
Ala Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja nav alê bi 21 tîrejên wek hev hatiye xemilandin.
Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yeksaniyê temsîll dike. Rengê zer, ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.