Di ser Komkujiya Helebçeyê re 35 sal derbas bûn. Di 16ê Adara 1988an de bi fermana Serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Husên ji esman bombeyên kîmyewî bo Helebceyê hatin avêtin. Di komkujiya ku herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest dan, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.
Îro 35. salvegera Komkujiya Helebceyê ye ku di dîroka mirovahiyê de weke êrîşa herî mezin a kîmyewî ya li dijî sivîlan tê pênasekirin. Şopên Komkujiya Helebçeyê hîn jî wek roja yekem di dilan de teze ye.
Komkujiya Helebceyê piştî Hîroşîma û Nagazakî wekî êrîşa kîmyewî ya herî mezin a sedsala 20emîn di dîroka cîhanê ya nûjen de hat tomarkirin.
Herî kêm 5000 kes şehîd bûn
Di 16ê Adara 1988an de bi fermana dîktatorê Iraqê Sedam Husên, di 16ê Adara 1988an de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi çekên kîmyewî yên ku di bombebarankirina Helebceyê de bi firokeyên şer hatin bikaranîn canê xwe ji dest dan.
Ev êrîşa nemirovane ku bi navê “Komkujiya Helebceyê” kete dîrokê, qonaxa herî bi êş û dawî ya Jenosîda Enfalê bû ku rejîma Beas a bi serokatiya Sedam Husên di navbera salên 1986-1989an de bi awayekî sîstematîk li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk anî.
Jenosîda Enfalê di 12ê Adara 1986an de dest pê kir û di 7ê Hezîrana 1989an de bi dawî bû, 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4500 gund û 30 bajarok hatin kavilkirin, mizgeft, dêr û îbadetxane hatin wêrankirin.
Ji bo ku çekên kîmyewî bandoreke zêde bihêle, hêza esmanî ya Iraqê destpêkê bi çekên konvansiyonel bombebaran kir û camên malan şikandin û piştre jî bombeyên kîmyewî avêtin.
Sibeha 16ê Adara 1988an 8 firokeyên MiG-23 yên hêza esmanî ya Iraqê 5 demjimêran bombeyên gazê yên jehrî barandin ser Helebceya nifûsa 40 hezar kes bûn.
Gaza bi "bêhna sêvan" bajar dorpêç kir
Dema êrîşa duyemîn dest pê kir, bêhneke xurt belav bû. Kesên ku bûne şahidê wan kêliyan dibêjin ku gaza bi “bêhna sêvan” di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, di nava çend deqeyan de li nav bajêr belav bû.
Giyandarên Helebceyê yên ku bêhna gazên weke xerdel, sarîn û VX yên di bombebaranê de hatine bikaranîn çû wan, yek bi yek ketin erdê.
Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûn, zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Hin çavkanî diyar dikin ku 6 hezar û 357 kes jehrê bûne û 14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), ev êrîşa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan.
Tîma Pizîşkên Sînornenas ku di destpêkê de gihîştin cihê bûyerê, bikaranîna gaza xerdelê piştrast kir. Ev tîma pizîşkên Belçîkayî û Hollandî ragihandin ku dibe ku di nav jehrên ku hatine bikaranîn de siyanur hebe. Hin birîndarên komkujiyê bi nexweşiyên domdar re rû bi rû mane.
"Soz nehatin bicihanîn"
Sedam Husên ku di sala 2003an de ji desthilatdariyê hat xistin, di çarçoveya Komkujiya Enfalê ya li dijî Kurdan de, ji ber kuştina 180 hezar kesî hat darizandin.
Di sala 2006an de bi cezaya îdamê ya ji ber Komkujiya Duceylê hat darvekirin. Piştî mirina wî, di dadgeha ku bi sûcê "jenosîda" li dijî Kurdan dihat darizandin de, wek tawanbar hat dîtin.
Pismamê Sedam Husên, Elî Hesen El Mecîd ê bi nasnavê "Elî Kîmyewî" di sala 2010an de ji ber fermana êrîşên bi gaza jehrî ku di nav de Komkujiya Helebceyê jî heye, hate darvekirin.
Di 1ê Adara 2010an de Dadgeha Cezaya Giran a Iraqê Komkujiya Helebceyê weke jenosîd nas kir. Tevî ku ev biryar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin jî lê belê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve piştgiriya pêwîst ji malbatên Helebceyê re nehat dayîn û soz nehatin bicihanîn.
Di Adara 2014an de Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku Helebce ya ku girêdayî Silêmaniyê ye, bibe parêzgeh. Hikûmeta Iraqê jî di nava vê hefteyê de biryara ku Helebce bibe parêzgeh pejirand.