Irvin Hicks: Ez xwe her dem wek dostekî dilsoz ê Herêma Kurdistanê dibînim

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîbûna erkê wî, merasîma oxirkirinê ji bo Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks saz kir.
15.08.2023, Sal - 20:25
Irvin Hicks: Ez xwe her dem wek dostekî dilsoz ê Herêma Kurdistanê dibînim
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi boneya bidawîbûna erkê wî, merasîma oxirkirinê ji bo Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks saz kir, di merasîmê de Irvin Hicks diyar kir, ew xwe wek dostekî dilsoz ê Herêma Kurdistanê dibîne.

Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye, di merasîmê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir û hejmarek ji rayedarên Herêma Kurdistanê û dîplomatkar û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê amade bûne, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî axaftinek li ser rol û dema erkê Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Serokê Dîwanê di axaftina xwe de bal kişandiye ser kar û hewlên Konsulê Giştî yê Amerîkayê, ku wek dostekî dilsoz ê gelê Kurdistanê, berdewam karê cidî kiriye ji bo pêşvebirina pêwendiyên Amerîkayê ligel Herêma Kurdistanê û erk û xebatên wî wek cihê pêzanîna Serokatiya Herêma Kurdistanê bi nav kir.

Hat ragihandin, Fewzî Herîrî spas û pêzanînên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê dûpat kiriye. Li ser vê mijarê behsa rola aktîv û erênî ya Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks kiriye û hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de jê re xwestiye.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks jî spasî û pêzanîna xwe bo piştgiriya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina merasîmê nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku ew her dem xwe wek dostekî dilsoz ê Herêma Kurdistanê dibîne, herwiha tekezî li girîngiya yekbûn û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:58