İŞİD'ê li gundekî Kurdan şivanek revand

Îro 13.06.2022yê terorîstên İŞİD\'e li gundekî navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûqê şivanek ber bi cîhekî nediyar ve revand.
13.06.2022, Pts - 08:44
İŞİD'ê li gundekî Kurdan şivanek revand
Nuçe Belav bike

Vê derbarê de qaymeqamê Daqûqê Luyis Fendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro demjimêr 10:00ê serê sibehê terorîstên İŞİDê şivanek li nêzîk gundê Mensûr a navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûqê bo cîhekî nediyar revand.’’

Herwaha got: Ew şivane di dema çerandina sewalên xwe de hatiye revandin û ew şivan bi esil ereb e, lê ji bo hemwelatiyên rûniştvanên gundê Mensûr kar dike.

Gundê Mensûr yek ji gundên kurdên navçeya Heftexar a ser bi qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 620 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:52:18