Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi helkefta 100 saliya Peymana Lozanê daxuyaniyek belav kir.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bal kişande ser wê yekê ku peymana Lozanê bêyî beşdariya kurdan hatiye îmzekirin û dibêje “100 sal berî niha peymana Lozanê li dijî gelê Kurd bê beşdariya Kurdan û heta bi nêrîna wan bê şêwirandin hate îmzekirin, ku ev bû destpêka têkbirina xewna kevnar a gelê Kurd û parçekirina xaka me li ser çar parçeyan.”
“Em wek çiyayên xwe yên bilind li ser piyan man”
Bafil Talebanî got “Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de ji bo biratî û jiyana hevbeş hewl daye, lê mixabin her tim rastî zilm û zordariya welatên din hatiye” û wiha berdewam kir:
Her cure tundî li dijî me hat kirin, hewl hat dayîn ku ziman û nasnameya me were tunekirin, lê bi van hewldanan nekarîn me ji holê rakin û bi şoreşê û têkoşîna berdewam a gelê xwe ya ji bo rûmet û serfiraziyê em bihêz bûn û em wek çiyayên xwe yên bilind li ser piyan man.”
“Divê em tenê bi ruhê Kurdewarî xwe ji bo pêşerojê amade bikin”
Niha piştî ku 100 sal di ser vê peymanê re derbas bûn û qurbaniyên ku me di dîrokê de dane, divê em bi ruhê Kurdewarî, bi wergirtina encaman ji dersên dîrokî ji bo pêşerojê xwe amade bikin, ji bo pêşerojeke ku em tenê bi yekîtî û biratiyê garantî bikin.
“Divê em ji bo armanca xwe ya bilind nakokiyên xwe bidin aliyekî”
Divê em hemû bi hev re ji bo Kurdistana mezin û parastina nasnameya xwe kar bikin, di rêya armancên xwe yên bilind de nakokiyên xwe bidin aliyekî. Ev, wek miletekî zindî û mafdar yekane rê ye ku em dengê xwe li cîhanê bidin bihîstin û xwe biparêzin.”
“Divê em ziman û axa xwe biparêzin”
Talebanî ji aliyên siyasî xwest ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û amaje bi wê yekê jî kir, ku armanca YNKê pêkanîna armancên neteweyî yên gelê Kurd e û wiha anî ziman “Ez bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim: Belê, gelek cudahiyên me hene, lê ziman û axa me ya hevpar a me hemûyan e û divê em wan biparêzin.”
“Em dev ji mafên xwe yên rewa bernadin”
Bafil Talebanî bang li welatên cîran jî kir û wiha dibêje:
Em ji hemû welatên cîhanê û ji cîranên xwe re vê yekê dibêjin. Şer û pevçûn ne tercîha me ye, em vana bi her awayî red dikin. Em dixwazin di çarçoveya parastina berjewendiyên xwe yên herî bilind û cîranên baş de têkiliyên xwe pêş bixin lêbelê em dev ji mafên xwe yên rewa bernadin û em dê vana bi her awayî biparêzin.
“Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li herêmê aştiyeke mayînde pêk nayê”
Divê em vê gotina Serok Mam Celal ji bîr nekin:Heta ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navînç areser nebe, aştiyeke mayînde li herêmê pêk nayê.”
Peymana Lozanê
Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê welatên weke Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Yûnan, Japan, Romanya, Kirwatya, Slovenya û Sirbistanê ve hatiye îmzekirin.
Peymana Lozanê ku yek ji peymanên dîrokî ye, ji ber berjewendiyên çend dewlet û hêzên cîhanê li gorî wê peymanê erdnigariya Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hat perçekirin.
Ji ber ku Peymana Lozanê hat îmzekirin û kete meriyetê, Peymana Sêvrê ku avabûna dewleta Kurdistanê dihate pêşbînîkirin, derbasdariya xwe winda kir.
“Behsa avakirina Kurdistanê û sînorên wê hat kirin”
Damezrandina Kurdistanê û sînorên wê di xalên 62, 63 û 64an de, ku di beşa sêyem a peymana Sevrê ya ku di sala 1920-an de hat îmzekirin, bi zelalî bi navê Kurdistanê hatibû behskirin.