Ji Barzanî nameyek jibo Chrîs Kochera

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xemgîniya xwe bo wefata rojnamevan û dostê gelê kurd Chris Kochera anî ziman û got, ew dê her dem di bîr û dilê gelê Kurd de bimîne.
05.08.2017, Cts - 13:38
Ji Barzanî nameyek jibo Chrîs Kochera
Nuçe Belav bike

Rojnamevan û nivîskarê Fransî û dostê qedîm yê Kurdan Chris Kochera roja 3 vê mehê çûbî liser dilovaniya xwe.

Bi wê helkeftê, Serok Barzanî nameyek ji hevjîn û malbata wî re şand û hevxemî û xemgîniya xwe ji ber wê yekê nîşan da. Nameya Barzanî wiha ye:

“Bo xanim Îdît Koçêra,

Ez bi bihîstina wefata hevjînê we yê birêz û nivîskar û dîrokzanê mezin Kirîs Koçêra gelekî xemgîn bûm. Ez bi navê xwe û hemû gelê Kurdistanê serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we, mirovên we, dost û hevalên rehmetiyê Kirîs Koçêra dikim. Ew dostekî mezin yê gelê Kurdistanê bû. Wî bi nivîsîna pirtûkan û encamdana lêkolînên xwe rolek mezin di nasandina kurdan de list. Navê Kirîs Koçêra dê her dem di nav dil û bîra gelê kurd de bimîne. Xebat û westandina wî bi taybet li ser dîrok, rewşa siyasî û cografiya kurdan her wiha rola we wek hevjîn û hevkara Kirîs Koçêra cihê spasî û qedirzaniyê ye.

Ez xwe şirîkê xema we dizanim û ji Xwedê dixwazim sebr û hedarê bide we, ruhê wî şa be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1526 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:23