Ji ber nebûna belgeyan xwendekarên Rojava nikarin li Herêma Kurdistanê bixwînin

Êva û Sîdra, 2 keçên bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ne, dema ku bajarê wan ji aliyêTirkiyê û grûpên ser bi vê ve hate dagîrkirin, xwendevanên pola 9an bûn.
02.09.2022, Cum - 09:42
Ji ber nebûna belgeyan xwendekarên Rojava nikarin li Herêma Kurdistanê bixwînin
Nuçe Belav bike

Ji ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, gelek malbat ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Piştî êrîş û dagirkirina hin bajarên Rojavayê Kurdistanê hinek malbatan derfet nedîtin ti belge bi xwe re bibin, ji ber nebûna beleyan gelek zarok nikarin li Herêma Kurdistanê biçin dibistanan.

Êva û Sîdra, 2 keçên bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ne, dema ku bajarê wan ji aliyêTirkiyê û grûpên ser bi vê ve hate dagîrkirin, xwendevanên pola 9an bûn, koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Ji ber ku Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê daxwaza bawername û belgeyan ji wan dike û ew nikarin belegeyên xwe peyda bikin, ji xwendinê bêpar mane.

4 sal e ji ber nebûna belgeyan, Êva û Sîdra ji xwendinê bê par bûne. Di sala 2019an de dema êrîşa Turkiyê li ser bajarê Serê Kaniyê, malbata wan weke gelek malbatên wê deverê tenê cane xwe rizgarkirin û koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Wê demî Êva û Sîdra Di pola 9an de bûn, lê li Herêma Kurdistanê li dibistanan nehatin qebûlkirin, ji ber ku Wezareta Perwerdehiyê daxwaza bawernameyan û rastvekirina wan bawernameyan dikin. Tevî hemû hewldanan heta niha bê xwendin in.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Îsa dibêje \"Dema em ji mala xwe derketîn, me tenê cane xwe rizgar kirin, lewma me tu belge li gel xwe ne anî. Li Herêma Kurdistanê daxwaza belgeyan dikin, lê me ew belgeyên pêwîst tune ne. Berî salekî me hin belge ji parêzgeha Hesekê anî, lê ew dibêjin ku ewan belgeyên din dive, lê em nikarin wan belgeyên ku Wezareta Perwerdehiyê dixwaze bidest bixin ji ber ku, mala me di destê çekdaran de ye.\"

Xwendekar Êva Mehmûd Îsa \"Ez dixwazim weku hevalên xwe bixînim. Hemû hevalên min dixwînin, yên ku pola 12eyê ne û yên ku li Zanîngehê ne, tenê em bikaribin bixwînin.\"

Ji bo çareserkirina vê babetê niha Nûnerayetiya Herêma Kurdistanê ya Encumena Niştîmanê ya Kurd li Sûriyê navê wan qutabiyên bê belge tomar dike.

Serokê Nûnerayetiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê Dr.Kawa Ezîzî \"Me hemahingî li gel rêveberiya Koç û koçberan û bersivdana qeyranan, dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û dîwana Serokatiyê heye ji bo ku em bi hevre vê pirsgirêkê çareser bikin, lewma her malbateke ku zarokên wan bê belge bin dikarin navên xwe tomar bikin.\"

Ji bo tomarkirina navan, pêwîste berî 13ê Îlonê her malbateke ku zarokên wan bê belgeyên xwendinê be, navê wan zarokan tomar kirîbe.

Heta niha 95 xwendevanê Rojavayê Kurdistanê yên bajarên Serê Kaniyê, Girê Sipî û Efrînê navên xwe li nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê tomar kirine.

Ev nav dê werin şandin ji bo Rêveberiya Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan li parêzgeha Hewlêrê ji bo ku ew babet were çareserkirin.

Her qutabiyek ku li Parêzgrehên Dihok û Silêmaniyê bin dikarin werin û her li vir navên xwe tomar bikin ji bo ku pirsgirêka wan jî were çareserkirin.

Nerina Azad. Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:31