Ji ber topbarana Tirkiyê xaniyên gundê Mêrgereş dişewitin

Bi gotina Îhsan Çelebî, ziyanên canî nebûne, lê agir bi zevî, baxçe û malên gundiyan ketiye û ji ber rewşa navçeyê ya metirsîdar, kesek nikare hewla vemirandina agir bide.
21.07.2020, Sal - 14:30
Ji ber topbarana Tirkiyê xaniyên gundê Mêrgereş dişewitin
Nuçe Belav bike

Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, ji encama şerê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de, topxaneya Tirkiyê şeva bûrî û îro demjimêr 10:00 sibê zozanên gundê Mêrgerş topbaran kir.

Bi gotina Îhsan Çelebî, ziyanên canî nebûne, lê agir bi zevî, baxçe û malên gundiyan ketiye û ji ber rewşa navçeyê ya metirsîdar, kesek nikare hewla vemirandina agir bide.

Devera Biradost ji aliyê îdarî ve ser bi bajarokê Sîdekanê ve li sînorê qezaya Soranê ve ye, 264 gundê wê hene û ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, 118 gund nehatine avdedankirin û metirsî li ser valabûna 20 gundên din jî hene.

Zêdetirî mehekê ye operasyona artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdisanê berdewam e û ji encama şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, ziyanên mezin gihîştine xelkê wê deverê û hejmarek mezin ji gundan jî vala bûne.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 656 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:03:48