ji ber zêdegaviyên Heşda Şeibî Şandeka Kurdistanê diçe Bexdayê

Şandeka Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û bi mezinên şîeyan re li ser zêdegaviyên Heşda Şeibî li deverên Kurdistanî hevdîtin dike.
12.02.2017, Paz - 12:16
ji ber zêdegaviyên Heşda Şeibî Şandeka Kurdistanê diçe Bexdayê
Nuçe Belav bike

Berpirsê liqa 22 ya PDKê, Ekrem Salih ji BasNewsê re got, duh şandeka şîe serdana bajarokê Xurmatû kiribû ji bo ku bi kurdan re rûnên û derheqê nakokî û kêşeyên ku ji ber hebûna Heşda Şeibî li wir derketine, gotûbêj bikin.

Ekrem Salih her wiha got, hefteya borî jî şandek ji mezinên bajarokê Xurmatû çûbû bajarên Necef û Kerbelayê û bi mezinên şîeyan re rûniştibûn û gilî li kiryarên Heşda Şeibî yên mîna revandin û girtina welatiyan kiribûn û daxwaz ji wan kiribûn pêşiya wan kêşeyan bigirin.

Wî berpirsê PDKê da zanîn ku mezinên şîeyên Iraqê daxwaz kirine şandek ji siyasetmedar û partiyên Kurdistanê serdana Necef, Kerebela yan jî Bexdayê bikin û bi wan re rûnên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:50