Ji Hêzên Pêşmerge û Asayîşê operasyoneke mezin

Çavkaniyên herêmî, hêzên Pêşmerge û Asayîşa Kurdistanê îro berê sibehê li Başûrê Kerkûk\'ê operasyoneke mezin li dar xistin.
19.07.2017, Çar - 11:22
Ji Hêzên Pêşmerge û Asayîşê operasyoneke mezin
Nuçe Belav bike

Li başûrê Bajarê Kerkûkê di operasyona hevpar a Hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê de 20 gumanbar hatin binçavkirin, gelek wesayît û motorsikletên bê belge hatin desteserkirin.

Li gorî çavkaniyan di operasyonê de bombe û teqemenî jî hatine girtin.

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Rêvebirê Polîsên Qeza û Nehiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir got: \"Li navçeya Dubiz û bajarokê Yaycî saet li 04.00ê sibehê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.\"

Serhed Qadir da zanîn ku di operasyonê de 20 kesên gumanbarê DAIŞê hatine binçavkirin. Herwiha dest danîne ser çend otomobîl û 10 motorên bê belge û hejmareke bombe û alavên teqemeniyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:38:37