Ji Mesrûr Barzanî ji bo projeya pakkirina Duhokê budceyeke taybet

Wezareta Şaredarî û Geştûguzar di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da li ser xerckirina (5,874,372,000) Dînaran ji bo projeya pakkirina zibil û xaşaka li parêzgeha Duhokê.
07.04.2022, Per - 11:47
Ji Mesrûr Barzanî ji bo projeya pakkirina Duhokê budceyeke taybet
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Şaredarî û Geştûguzar, li ser razemendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nêzîkî 6 milyar Dînar ji bo pakkirina zibil û xaşaka Duhokê tê xerckirin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Di çarçoveya girîngîpêdana kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê û îdareyên serbixwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da li ser xerckirina (5,874, 372,000) Dînaran ji bo projeya pakkirina gilêş û qirşûqalê li parêzgeha Duhokê ji bo heyama salekê ji 1/9/2021 heta 31.8/2022an. Ew pereyên hatine terxankirin jî li ser budceya asayî ya Serokatiya Şaredariya Duhokê tê xerckirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 823 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:49