Ji Parlamentoya Kurdistanê bo cîhanê: Heger gotûbêj bêne redkirin emê vekişin!

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li gel konsûlên welatan li Herêma Kurdistanê civiya û peyama Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên li gel Bexda gihandine nûnerên welatan.
16.11.2017, Per - 11:34
Ji Parlamentoya Kurdistanê bo cîhanê: Heger gotûbêj bêne redkirin emê vekişin!
Nuçe Belav bike

Heyeta Serokatiya Parlementoya Kurdistanê îro pêncşemê bi nûner, konsul û heyetên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistanê re civiya daku rewşa dawî ya Kurdistanê ji wan re vebêje û bi taybetî behsa kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji budçeya Hikûmeta Federal a 2018'an bikin.

Piştî civînê Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamevanî de guftegoyan red bike ew dê ji proseya siyasî ya Iraqê vekişin û ligel nûnerên welatên cihanî î behsa vê mijarê kirine.

Talebanî got, peyam gihandiye ku Herêma Kurdistanê pabendî gotûbêjên li gel Bexda ye lê eger Bexda bixwaze gotûbêjan bi Herêma Kurdistanê re red bike, bijardeya vekişyana Kurdan ji piroseya siyasî ya Îraqê vekirî ye, wan di civîna li gel konsulên welatan jî tekez li ser wê yekê kiriye.

Parlamentera bi ser Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve Bêgerd Talebanî wiha got: “Peyame weke kurdan ev e: Kurd mileteke aştîxwaz e, û dixwaze di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de ligel Bexdayê dest bi guftegoyan bike. Parlamentoya Kurdistanê duh li ser reşnivîsa bûdceya sala 2018 a Iraqê civiya û 18 rasparde dane hikûmetê. Di reşnivîsa bûdceyê de mafên giştî yên Kurdistanê têne binpêkirin. Ev yek dê bi awayekî cidî bandoreke xirab li debara xelkê Kurdistanê bike.”

Her wiha Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Cefer Êmînkî jî ragihand, Parlementoya Kurdistanê çend rasparde ji bo gotûbêjên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê amade kirine û hêvî dikin di demeke zû de gotûbêj di navbera herdu aliyan de destpê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:58:26