Ji parlementerên Kurd protestoya 'destnedanê'

Parlamentoya Iraqê ji ber beşdarbûna wan a giştpirsiyê, hewl da ku 15 parlamenterên Kurd ceza bike. Di runiştina roja Pênşemê (16-11-2017) de piraniya parlamenterên Kurd rûniştin boykot kirin. Ji ber vê yekê rûniştin rêjeya yasayî temam nekir û hate paşxistin.
17.11.2017, Cum - 08:05
Ji parlementerên Kurd protestoya 'destnedanê'
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Iraqê ji ber beşdarbûna wan a giştpirsiyê, hewl dide 15 parlamenterên kurd ceza bike. Di rûniştina duh (16-11-2017) de pêşniyara cezakirina van parlamenteran kete rojevê lê belê ev hewldan bi ser neket.

Di runiştina roja Pênşemê (16-11-2017) de piraniya parlamenterên kurd rûniştin boykot kirin. Ji ber vê yekê rûniştin rêjeya yasayî temam nekir û hate paşxistin.

Her wiha li gorî yasaya cezakirinê ya Iraqê, eger parlamenterên kurd ji wê madeya hatiye destnîşankirin werin dadgehkirin, dikarin werin zîndanîkirin û heta cezayê îdamê jî werbigrin.

Mijara dadgehkirina parlamenterên ku beşdarî giştpirsiyê bûne, ji civîna pêş re ma. Biryare hefteya pêş parlamento li ser vê mijarê bicive. Lê parlamenterên kurd ji ber vê helwestê beşdarê rûnitşinan nabin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:24