Ji Parlementoya Kurdistanê bo Ebadî: Em ê mafên xwe biparêzin!

Parlementoya Kurdistanê ji ber axaftinên Ebadî ya civîna çapemeniya heftaneyî rexne kir.
16.11.2017, Per - 06:43
Ji Parlementoya Kurdistanê bo Ebadî: Em ê mafên xwe biparêzin!
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Kurdistanê bersiva gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand: “Di beşeke daxuyaniyên Ebadî de zimanê gef û pêngavên yekalî tên dîtin û gumanê dixe ser niyeta eslî ya hikûmeta Iraqê û hîştina rewşê weke niha, ku ew jî berovajiyê Destûr û yasa û rêkevtinên hevbeş e.

Îro çarşemî 15'ê Mijdara 2017'ê Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên di gotara wî ya duh Sêşemiyê de da ku têde behsa Herêma Kurdistanê kiribû.

Di daxuyaniya xwe de parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike, ku herî zû derfeta danûstandineke aşkere were çêkirin û Bexda ji daxuyaniyên medyayî û ravekirina yekalî ya madeyên Destûrê bêyî wergirtina nêrîn û têbîniyên Herêma Kurdistanê dûr bikeve.

Her wiha ji Ebadî tê xwestin ku li hemberî Herêma Kurdistan zimanê tund bi kar neyne û tê gotin ku ev yek pirsgirêkên heyî çareser nake û ev yek dijî makekanûn;ê ye. Hikûmeta Kurdistanê daxûyand ku divê pirsgirêk li çarçoveya Makekanûna Iraqê were çareserkirin.

Di beşekî daxuyaniyê de tê gotin ku Hikûmeta Iraqê li hemberî daxuyaniyên erênî ya Herêma Kurdistan tu helwestek erênî nade nîşandan. Lê belê wekî tê zanîn civakên navnetewî li hemberî daxûyaniyên Herêma Kurdistan piştgiriya xwe ragihandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:32