Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya nivîskar û helbestvan û wergêrê navdar ê Kurd rehmetiyê Celal Zengabadî, peyameke sersaxiyê belav kir.
05.09.2023, Sal - 18:19
Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê
Nuçe Belav bike

Îro Sêşemê 5ê Îlona 2023an, nivîskar û wergêrê Kurd Celal Husên ku bi navê Celal Zengabadî tê nasîn, di temenê xwe yê 72 salî de koça dawî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ji ber koça dawî ya nivîskar û helbestvan û wergêrê navdar ê Kurd rehmetiyê Celal Zengabadî, ez sersaxiyê arasteyî malbata cenabê wî dikim û hevxemê wan im.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:41:38