Piştî bêhtir ji pênc mehan ji pesendkirina wê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve, biryar e hikûmet ji sibê ve dest bi cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê bike. Ji bo wê mebestê jî, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê li ser sê rênimayên taybet bi cîbicîkirina gavên Yasaya Çaksaiyê îmze kir.
Li gorî wê yasayê, wê mûçeyên ne yasayî werin qutkirin, û wê pileyên ne yasayî jî, ji piledaran werin standin.
Serokê Komîteya Karûbarên Yasayî li Parlamentoya Kurdistanê, Bijar Xalîd ji Rûdawê re ragihand, amadekariyên bo cîbicîkirina yasaya reformê ji aliyê wezaretên peywendîdar ên weke Darayî, Pêşmerge, Şehîdan û Navxwe temam bûn û roja duyem 2ê vê mehê yasa dikeve warê cîbicîkirinê.
Bijar Xalîd herwiha diyar kir, ji meha Tîrmehê ve dest bi cîbicîkirina birgeyên yasayê yên têkildarî mûçeyê meha heft tê kirin û guhertinên li gor wê yasayê, mûçeyên mehên sê, çar, pênc û şeş ên îsal li xwe nagire.
Yasaya Çaksaziyê ji 19 madeyan pêk tê û di 16-01-2020 de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin û roja 3ê Sibatê jî Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ew yasa îmze kir. Nêçîrvan Barzanî derbarê wê yasayê de ragihandibû: “Ev yasa cihê baldarî û giringiya çîn û texên cuda cuda yên civakê bûye, lewma ji roja ku bi fermî gihîştiye serokatiya herêmê, şareza û pisporên li serokatiya herêmê û civata wezîran, gelek bi hûrî nirxandin li ser kirine û aliyên wê yên erênî û yên nerênî bi awayekî babetî gotûbêj kirine.”
Li gorî birgeya çarem a xala pêncem ji rênimaya herjmar 13, di dema kêmtir ji 7 rojan de, herdu wezaretên Navxwe û Pêşmerge, divê dosyeya malnişînên wezaretên xwe bidin Rêvebeirya Giştî ya Malişînan a ser bi Wezareta Darayî û Abûrî û pêdaçûn jê re bê kirin.
Birgeya yekem a xala yekem ji rênimaya hejmar 13, behsa xizmet û pileya karmendiyê dike, hemû dezgehên Herêma Kurdistanê, bi mebesta rêkxistina pile, navnîşan, mûçe û karmendiya hemû mûçexwerîn xwe pêdaçûnê dikin. Ti xizmetek bê piştgiriya yasayî nayê hejmartin. Ew jî ji bo rêkxistina mûçeyan.
Hevdem, pirsa şayisteyên (Musteheqat) darayî yên Herêma Kurdistanê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hêj danûstandin li ser berdewam in.
Ji meha Nîsanê ve heta niha şeş caran şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye.
Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê bo karûbarên Encûmena Bilind a Weberhênanê, Rêbaz Hemelan ji Rûdawê re ragihand, “niyeta rastî” ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev e ku ji ber mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê “hemû daxwazên hikûmeta Iraqê ku dane şanda Herêma Kurdistanê, cîbicî bike.”
Bi sedema daketina nirxê petrolê û encamên Koronayê, Herêma Kurdistanê rûbirûyî krîzeke darayî bûye, mebesta hikûmetê ji gavên bê, kêşeya xerciyên mûçe û bikarbirinê çareser bike , ew jî bi rêya vegera wê dahata ku di çaksaziyê de jê re vedigere.
Endamê Parlementoya Kurdistanê, Behmen Kake Ebdullah dibêje: “Yasaya Çaksaziyê, mûçe, malnişînî û xerciyên hikûmetê li xwe digire, hemûyan rêk dixe û mûçeyên neyasayî têne birrîn û pileyên neyasayî jî ji piledaran têne standin.”
Yasaya Çaksaziyê li ser malnişnî, mûçe, dermale, bexşîn û îmtiyazatên din, di rûniştina hejmar 15 ya Parlementoyê de, roja Pêncşemê 16-01-2020an bi dengê 89 parlementerî hatibûe pesendkirin.
Her yek ji PDK, YNK û Tevgera Goran, aliyên sereke bûn ku deng bi vî projeyasayî dan.
Herwiha Nivşê Nû, Komeleya Islamî û Yekgirtûya Islamiya Kurdistanê deng nedan yasayê.