Ji Wezareta Pêşmerge daxûyaniya Heşdî Şabî

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku hêzên iraqî û Haşdî Şabî hêza leşkerî sewkî sînorê Kurdistanê dike û hewldanên xwe yên pêşveçûnê didomîne. Her wiha tê gotin ku Pêşmerge bi hemû hêza xwe axa Kurdistan û gellê Kurdistanê wê biparêze.
24.10.2017, Sal - 10:59
Ji Wezareta Pêşmerge daxûyaniya Heşdî Şabî
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê piştî êrişa hêzên Iraq û Haşdî Şabî yên ser navçeya Mehmûdiyê û Mexmûrê daxuyaniyek belav kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: \"Pêşmerge wê bi hemû hêza xaka Kurdistanê û gelê xwe biparêze.\"

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ti niyeta Haşdî Şabî ku li gorî peymanê tevbigere tuneye û armanca wê şikandina rûmeta xelkê Kurdistanê ye.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: \"Piştî bûyerên Kerkûk û derdorên wê hêzên iraqî û Haşdî Şabî hemû peymanan binpê, hê jî hêza leşkerî sewkî sînor dikin û hewla pêşveçûnê dikin. Em dixwazin dubare bikin ku ev hewla hêza iraqî û Haşdî Şabî nayê qebûlkirin. Pêşmerge wê bi hemû hêza bergiriyê li xaka Kurdistan û gelê xwe bike.\"

Her wiha Pêşmerge destnîşan dike ku, ev hewldanên milîsên Heşdî şabî û artêşa Iraqê bi tu ewayê nayên qebûlkirin. Wê Pêşmerge bi hemû hêza xwe axa Kurdistanê, jiyan û rûmeta gelê Kurdistanê biparêze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:09:36