Ji Wezareta Pêşmerge derbarê îdiayên medyaya PKKê de daxûyanî

Serfermandariya Wezareta Pêşmerge roja Yekşembê 28ê Tebaxa 2022an derbarê hin îdiayên di medyayên PKKê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ew îdia red kirin.
29.08.2022, Pts - 05:23
Ji Wezareta Pêşmerge derbarê îdiayên medyaya PKKê de daxûyanî
Nuçe Belav bike

Serfermandariya Wezareta Pêşmerge îdiayên medyayên PKKê derbarê wê yekê ku qaşo Hêzên Pêşmerge li çiyayên Amêdî û Zapê ji artêşa Iraqê re rê xweş kirine, red kir û got, “ti bingeheke wan îdiayan nîne”. Serfermandariya Pêşmegre herwiha ragihand, “PKK nikare şerê Tirkiyê bike û berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji hêzên Tirkiyê re vala dike.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Medyayên PKKê ji dûr ve wêneyên çend otomobîlên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê belav kirine û îdia dikin ku Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ji hêzên Tirkiyê re rê xweş kirine. Tevî ku em tekez dikin ti bingeheke wê îdiayê tune ye, em herwiha radigihînin ku mafê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ye li ser axa xwe desthilat û erkên xwe cîbicî bike û ax û xelkê Kurdistanê biparêze. Lê pirs ev e, hêzên PKKê bi çi heqekê li ser axa Herêma Kurdistanê ne û destê hêzên Tirkiyê jî li pey xwe radikişînin (nav axa Herêma Kurdistanê)? Çima naçin hundirê Tirkiyê û çima gef û serêşiyan bo xelkê Kurdistanê çê dikin?”

Serfermandariya Pêşmerge herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku Heêrma Kurdistanê statuyeke destûrî û siyasî, û berhema xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye û diyar kiriye, “ji dema Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin, PKK her dem çavkaniya gef û serêşiyan bûye bo xelkê Herêma Kurdistanê û bi neheqî rêgir bûye li ber avedankirina bi sedan gundan.”

Di daxuyaniyê de herwiha amaje bi guhertina navên çiya û navçeyên Kurdistanê ji aliyê PKKê ve kiriye û dibêje, “PKKê rê daye xwe nav û navnîşanên navçe, çiya û dolên Herêma Kurdistanê biguhere û navên seyr û ecêb û nenaskirî bo wan navçeyan deyne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:49:49