Ji xefika bombeyê Pêşmergeyek şehît

Li bajarokê Gulale yê ser bi parêzgeha Diyale bombeyeke vedayî teqiya û di encama teqînê de pêşmergeyek şehîd bû.
02.08.2017, Çar - 08:48
Ji xefika bombeyê Pêşmergeyek şehît
Nuçe Belav bike

Rêveberê Ragihandina Polîsê Germiyan Elî Cemal Qidûrî bi daxuyaniyekê diyar kir, ku pêşmergeyek li gundê Cemîle yê ser bi bajarokê Gulale yê parêzgeha Diyale şehîd bûye.

Navê pêşmergeyê şehîd "Îsmaîl Heme Umer" e û di sala 1967an de ji dayîk bûye. Herwiha niştecihê bajarokê Qeladizê bû û pêşmergeyê Lîwaya 120 a hêzên Pêşmerge bû.

Pêşmerge Îsmaîl Heme Umer piştî ku birîndar bûbû, ew rakirin Nexweşxaneya Şehîd Hejar a li Kelarê û ji ber birîna giran, Îsmaîl Heme Umer li nexweşxaneyê şehîd bû.

Ji bo otopsiyê termê şehîd ber bi Tiba Dadî ya Navçeya Kelarê hate veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1016 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:21