Jibo Kurdistana Serbixwe amadekariyên makekanûnê

Endamê Polîburoya PDK\'ê Kemal Kerkûkî da zanîn ku jibo hemû pêkhateyên Kurdistan\'ê de dijîn û bo Kurdistana Serbixwe dest bi amadekariya makekanûnêk nû kirine.
29.08.2017, Sal - 07:43
Jibo Kurdistana Serbixwe amadekariyên makekanûnê
Nuçe Belav bike

Endamê polîtburoya Siyasî ya PDK\'ê Kemal Kerkûkî got ku, me dest bi qonaxa piştî referandomê kiriye û Serokê Herêma Kurdistan\'ê Mesûd Barzanî bi zelalî behsa hemû pêkhateyan weke şirîk di dewleta nû de kiriye.

Herwiha Endamê polîtburoya Siyasî ya PDK Kemal Kerkûkî da zanîn ku, destura nû mafê mirovan û demokrasî û hemû pêkahatiyan diparêze û tekez kir niha komîteyeke dest bi nivîsandina desturê kiriye.

Roja 25ê Îlonê referandoma serxwebûna Kurdistanê li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê û yên Kurdistanî li derveyî idareya Herêmê bi tê encamdan.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:51:15