Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kabîneya avakirina jêrxaneyê

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka pêkanînê ve, kar li ser avakirina jêrxaneyê û bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê kiriye.
17.01.2023, Sal - 10:33
Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kabîneya avakirina jêrxaneyê
Nuçe Belav bike

Jêrxan (binesazî); ji bo civakên nûjen platformek ji bo rêveberî, bazirganî, geşbûna aborî û hêla jiyanê ye. Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di Tîrmeha 2019an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bawerî pê hat dayîn, tevî ku rûbirûyî çendîn qeyranan bûye, gav bi gav hewl da ku ji bo Kurdistaniyan platformeke xurt ava bike, bi hêviya ku di çend salên bê de Herêma Kurdistanê bigihîne pêgeheke bilindtir û pêşkeftineke aborî ya berdewam.

Beşek ji proje û biryarên Kabîneya Nehemîn ên derbarê avakirina jêrxaneyê de:

DÎJÎTALKIRINA HIKÛMETÊ

Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja 25.11.2020an li bajarê Hewlêrê peymanek di navbera Wezareta Navxwe û Koma Meulbauer a Almanyayê de hat îmzekirin.

Peyman di warê xizmetên dîjîtalîkirinê de bû, nemaze qeydkirina otomobîlan, moletên ajotinê û karûbarên din.

Roja 19ê Cotmeha 2022an jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê Stratejiya Veguhertina Dîjîtalî ragihand, ku beşeke ji proseya çaksaziyê ya Kabîneya Nehem di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de û çûna ber bi hikûmeta elektronîk ve ye.

Projeyek din di warê dîjîtalîkirina hikûmetê de, bikaranîna vîzeya elektironî (e-vîza) ye. Ev jî dê hêsankariyeke baş bo hatina geştyaran û biyaniyan bo Herêma Kurdistanê bike, ev jî dê bibe alîkar ku sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê vejîne û çavkaniyên dahatê jî hemecur bike.

SEKTORA ÇANDINIYÊ Û BAZARKIRINA BERHEMÊN NAVXWEYÎ

Di destpêka Berfanbara 2022an de, yekem karwanê hinarên Herêma Kurdistanê ku 500 tonên bû gihîşt Îmarata Erebî û niha baştirîn berhemên çandiniyê yên Kurdistanê li sê welatên din ên Kendavê hene.

Yek ji stratejiyên aborî yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdekirina rêjeya hinardekirinê û tevgera bazirganiyê bû. Ji bo vê mebestê jî, giringîpêdana bi sektorên çandinî, pîşesazî û bazirganiyê berdewam dibe.

Çêkirina çend siloyan li bajarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku arîşeya cotkaran a embarkirin û bazarkirina genim nemîne û bikarin genimê xwe depo bikin, ji bilî wê jî çend berhemên din û pêwîstiyên bazarê yên ku ji genim têne hilberandin, berhem bînin.

Yek ji wan sayloyan jî, sayloya Kalar e ku bi bûdceya Wezareta Bazirganî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rûberek ji 20 donim erd û bi bihayê 20.6 milyar dînar hatiye çêkirin. Karîna wê sayloyê ya wergirtina 40 hezar ton genim ji cotkarên devera Germiyan heye.

PROJEYÊN PARASTINA ÇAVKANIYÊN AVÊ

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 15.09.2022an ragihand, bi armanca giringîpêdana bi sektora avê ya parêzgeha Duhokê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, 9 milyar û 218 milyon dînar ji bo temamkirina projeya Bendava Xinisê terxan kir.

Bendava Xansê dê duyemîn bendava herî mezin a parêzgeha Duhokê be, ku salane heft milyon metre sêcar avê li pişt xwe digire.

Roja 29.09.2022an bi amadebûna Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêger Talebanî û berpirsên pilebilind ên Îdareya Serbixwe ya Germiyê, bi 2 milyar û 191 milyon dînar, kevirê bingehîn ê 3 bendavên biçûk li Germiyanê hat danîn.

Herwiha di 18ê Cotmeha 2022an de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li ser çemê Xabûr li Zaxoyê, 5 bendavên biçûk ava bikin, ji bo asta avê ji nîv heta 2 metroyan bilind bikin ku sûde ji bo çandiniyê jê were dîtin.

PROJEYÊN RÊ Û TUNELAN

Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet daye rêyên navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê û ji bilî cîbicîkirina projeyên nû, çendîn kolan, tunel û rê jî hatine nûjenkirin.

Yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rêyan de, rêya 150 metreyî ya bilez li Hewlêrê ye ku bi giştî bi 700 milyon dolar temam dibe.

Projeya riya 150 metrî, 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, ew riyeke çûna bilez e û ti rawestandin tê de nîne.

Wezîrê Avedankirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm Roja 18.12.2022an kevirê binyadê yê pirojeya rêya (Wermawa-Newtaq- Derbendîxan) danî.

Projeya rêya (Wermawa-Newtaq- Derbendîxan) bi dirêjahiya 22 kîlometreyan, bi qasî 7 milyar û 404 milyon û 250 hezar dînar tê cîbicîkirin.

Di Tîrmeha sala 2022an de, bi razemendiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 60 milyar dînar ji bo temamkirina rêya di navbera Kalar û Derbendîxanê hat xerckirin.

YEKÎNEYÊN NIŞTECIHBÛNÊ Û DERFETÊN KAR

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Wezîrê Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed, avakirina yekîneyên niştecihbûnê ji bo du beşên civaka pesend kir.

Wezîra Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed pêştir di nameya hejmar 1314 ya 7/11/2022 de, daxwaza avakirina yekîneyên niştecihbûnê ji bo zarokên bêwar ên di malên vehewandinê de ne û temenê wan bi ser 18 saliyê ketine û êdî nikarin li wan malan bimînin û ji bo jinên ku li malên vehewandinê ne û tevî çareserkirina pirsgirêkên wan, malbat wan wernagirin, kiribû.

Ji bilî dabînkirina yekeyên xaniyan bo wan jinan û zarokên sêwî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku zarokên sêwî yên ku temenê wan 18 salî derbas kirine di Wezareta Kar û Karûbarên Civakî de bên tayînkirin.

DAMEZIRANDINA DIBISTANÊN DIJÎTAL

Di kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kar ji bo dîjîtalkirina sektora perwerdeyê weke sîstemên (E-perwerde û E-Wane) hatiye kirin. Her wiha sîstemên (E-Rahenan, E-Halsangandn, E-Ktebxana, E-Prozha û E-Xezan) jî di demek nêzîk de tên.

Di Kabîneya Nehem de, li bajarên Duhok, Silêmanî û Hewlêrê peymangehên ragihandinê yên perwerdehiyê yên weke kanalên televîzyonî û radyoyê hatin avakirin û nêzî 10 hezar derfetên kar ji bo derçûyan di dibistanên taybet de hatin vekirin.

Her wiha zêdetirî 5 hezar mamosta hatin erkdarkirin, 13 hezar zarok vegeriyane dibistanan, zêdetirî 600 dibistan hatin nûkirin û 60 dibistanên nû hatin avakirin.

Di sê salên yekem ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, nêzîkî 200 milyar dînar bo piştevanîkirina sektora perwerdeyê hatiye terxankirin.

Roja 19-1-2022 Dibistana Dijîtal a Îmarata Erebî bi rêya Wezîrê Zîrekiya Destkird yê Îmaratê bi Herêma Kurdistanê re bi mebesta cîbicîkirina bernameyên dibistanên dîjîtal li Herêma Kurdistanê, peymanek îmze kir.

Li gorî rapora malpera “Bayan” a Îmaratî, Qonaxa yekem a vê projeya dîjîtalî, dê keresteyên 50 dibistanên bi zimanê Erebî li Herêma Kurdistanê dabîn bike. Di qonaxa duyemîn de jî wê kopiyek bi heman awayî, dibistana dîjîtal a Kurdî dirust dibe.

KARÊN HERÎ DIYAR ÊN SEKTORA TENDURISTIYÊ

Bi xerckirina zêdetirî du milyar dînar û avakirina 12 nexweşxaneyan, kar ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrûsa Koronayê hat kirin.

Neh nexweşxaneyên nû li seranserê Kurdistanê hatin avakirin.

Girîngîpêdana bi bernameyên lênêrîna tenduristiyê li navendên tenduristiyê yên wekî (lênihêrîna jinên ducanî, lênihêrîna xwarina zarokan, çavdêriya tenduristiyê ya dibistanê, vaksîn, bazar û cihên giştî)

dirustkirina sîstema elektronî ji bo piraniya karên rojane û berfirehkirin û zêdekirina xizmetên tenduristiyê li hemû qezeyan.

Roja 10ê Tîrmeha 2019an Mesrûr Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê bi 87 dengan, wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya pêkanîna hikûmetê de ragihand, ew ê her tiştî ji bo berjewendiya gel bikin û tenê armanca wan xizmetkirin e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:26