Kanadayê cûreyên çekên ji bo Pêşmergeyan dişîne eşkere kir

Wezareta Parastinê ya Kanadayê daxuyand ku ew moşek û qenasên menzîldirêj ên dijî tankan ji bo Hêzên Pêşmerge dişînin.
09.02.2017, Per - 11:37
Kanadayê cûreyên çekên ji bo Pêşmergeyan dişîne eşkere kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Kanadayê Daniel Le Bouthillier duh roja çarşemê daxuyaniyek da û got, "Kanada moşekên 60 milîmitroyan û çekên qenasê yên bêndeng û xwediyê 50 kalîbrê û pergala dijtankan ji bo Hêzên Pêşmerge dişîne."
Berdevkê wezaretê ji ber sedema ewlehiyê hejmara wan çekên ku ji Hêzên Pêşmerge re dişîne, eşkere nekir û got, "Rêveberiya Kanadayê niha ji bo qanûnîkirin û dabînkirina wan çekan dixebite."

Wezareta Parastinê ya Kanadayê roja duşemê jî ragihandibû ku ew çek û amûrên parastina kesan, pergalên peywendîdayînê, alavên bijîşkî û optîkên wek kameraû dûrbînê dikirin, da ku ji Hêzên Pêşmerge bişînin.

Dewleta Kanada, ku yek ji endamên hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê ye, di şerê li dijî DAIŞê de ji bo piştgirîdayinê ji Tebaxa 2014an vir ve çek û cebilxaneyan ji bo hêzên kurdî dişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1467 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:01