Karvedanên piştî civîna Serokwezîr û Cîgirê wî

Piştî civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, pêşwazî li vê pêngavê tê kirin û hemû alî tekezî li encamdana gotûbêjê dikin ji bo çareserkirina kêşeyan.
09.05.2023, Sal - 07:29
Karvedanên piştî civîna Serokwezîr û Cîgirê wî
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 8ê Gulana 2023an, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de derbarê civînê de ragihand, di atmosfereke erênî de, pirsgirêkên darayî û îdarî yên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û hevkariya di navbera hemû komên wezîran ên di nava Encûmena wezîran de, hevnêrîn bûn.

Herwiha di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî, ronahî xistine ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêm û navçeyê û tekezî li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî ji bo parastina berjewendiyên netewî û mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîtekê de kêfxweşiya xwe bi mêvandarîkirina Qubad Talebanî nîşan da û ragihand, bi ruhê gotûbêja avaker û vekir, behsa mijarên nav hikûmetê kirine û li ser rêyên avêtina pêngavan ber bi pêş ve, li hev kirine.

Li ser vê mijarê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Îro firavîneke me ya xweş û berhemdar ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî hebû.”

Qubad Talebanî di twîta xwe de diyar kir: “Em bi hev re, hevnêrîn in li ser wê yekê ku em dikarin bi ser astengiyan de zal bibin û ji bo baştir xizmetkirina welatiyên xwe kar bikin, em bi hêz bimînin li hember wan metirsiyên ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin.”

Ji aliyê xwe ve, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî wek pêngaveke mezin bi nav kir.

Barbara Leaf li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser girîngiya civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî û got: “Ev pêngaveke mezin e.” Herwiha bi hashtagekê amaje bi "diyalogê" kir wek balkişandina ser helwesta Washingtonê ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê.

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşwazî li civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û ragihand, ew destxweşiyê li serkirdetiya Serokwezîr û Cîgirê wî dike ku bi hev re kar diikin ji bo destpêkirina çaresekirina kêşeyan bi rêya gotûbêjê.

Herwiha Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave ragihand, ew kêfxweş e ku îro dîtiye Serokwezîr û Cîgirê wî civiyane, ev pêngaveke destpêkê ya girîng e ji bo pêşketina di mijarên sereke de bi rêya gotûbêja avaker.

Rosy Cave destnîşan kir, hikûmeteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû xelkê Herêma Kurdistana Iraqê de ye û hêvî dike ku civîna Serokwezîr û Cîgirê wî, destpêkek bibe ji bo proseya rêkeftinê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:39