Kazimî bilez şandekê dişîne Duhokê

Piştî topbarana devereke geştyariyê û şehîdbûna 9 welatiyan û birîndarbûna 24 kesan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şandekê dişîne parêzgeha Duhokê.
20.07.2022, Çar - 14:32
Kazimî bilez şandekê dişîne Duhokê
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Mistefa Kazimî, Wezîrê Derve Fûad Husên û şandeke ewlehiyê dişîne devera ku topbaran hat kirin.

Îro 20ê Tîrmeha 2022yan, di encama topbarana Tirkiyê de li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo, 9 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo ragihand, îro piştî nîvro artêşa Tirkiyê navçeyeke geştiyariyê li nêzîkî gundê Perexê yê Zaxo de topbaran kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bûn.

Qeymeqamê Zaxo ji K24ê re diyar kir, di êrîşê de hejmarek geştiyarên ku ji bo serdanê ji navarasta Iraqê hatibûn herêmê, hatin kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de zarok û jin hene.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:30