Keça ku li Silêmaniyê rastî êrîşê hatibû dijî êrîşkaran gilî kir

Keça ciwan a ku li Silêmaniyê rastî êrîşa komekê hat, serî li dozgeriyê da û gilî kir. Hejmara kesên ku di derbarê bûyerê de hatin desteserkirin derket 19an.
03.01.2023, Sal - 15:38
Keça ku li Silêmaniyê rastî êrîşê hatibû dijî êrîşkaran gilî kir
Nuçe Belav bike

Komek ciwan di 30ê Kanûna 2022an de li taxa Huwane ya Silêmaniyê li qada ku pêşbirkên motorsîkletan lê dihatin lidarxistin êrîşî keçekê kiribûn. Piştî belavbûna dîmenan li ser torên civakî karvedan ligel xwe anîn.

Serdozgeriya Silêmaniyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û di encamê de 16 kes hatin desteserkirin. Her wiha qada ku bûyer lê qewimî ji pêşandanên motorsîktetan re hat girtin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û da zanîn ew keça 16 salî çûye navenda polîsan û piştre jî çûye dozgeriyê û li dijî wan kesên ku êrişî wê kirine giliyê kiriye.

Berdevkê polîsan Ehmed got “Keça ciwan li cihê ku pêşandanên motorsîkletan lê tên lidarxistin, diçe ba hevalê xwe. Li wê derê di navbera hevalê wê û ciwanên din de nîqaş der dikeve. Bûyer ne ji ber cilûberg an jî nêrîna keçikê lê ji ber nîqaşa di navbera du ciwanan de destpê dike. Keçik berê jî çûye wê meydanê û têkiliya wê bi du keçên din re hebûye ku yek ji wan hemwelatiya Îranî ye. Ji ber vê yekê hêrsa xwe nîşan didin.”

Herwiha Ehmed dibêje “Keçik 17 saliyê û xelka Silêmaniyê ye û bi bapirê xwe re dijî. Piştî bûyerê bi biryara dadwer keçikê radestî bavê wê dikin.”

Ehmed diyar kir ku piştî bûyerê wan 16 kes desteser kirine û di çarçoveya lêpirsîna ku piştre hatiye kirin de 3 kesên din jî desteser kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:30:17