Keçeke Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Navê wê Rosîta Hecî Baço ye û temenê wê 16 salî ye û xelkê komelgeha Tel Qeseb a ser bi navçeya Şingalê ye.
21.06.2022, Sal - 06:29
Keçeke Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Keçeke din a Kurd a Êzidî ku di sala 2014an de di dema êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û deverên derdora wê de ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibû revandin, îro hat rizgarkirin.

Li gor zanyariyên K24ê, navê wê Rosîta Hecî Baço ye û temenê wê 16 salî ye û xelkê komelgeha Tel Qeseb a ser bi navçeya Şingalê ye.

Rosîta Hecî Baço li welatê Sûriyê hat rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkiriyên ji destê DAIŞê Husên Qadirî ji K24ê re ragihand, di nava çend demjimêran de keça rizgarkirî dê bigihîje Başûrê Kurdistanê û bi malbata xwe şad bibe.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:19