Kêlgeheke gazê ya Çemçemalê rastî êrîşeke bi mûşekan hat

Di heyama 4 rojên borî de, ev cara sêyem e ev kêlgeha gazê rastî êrîşan tê
25.06.2022, Cts - 14:52
Kêlgeheke gazê ya Çemçemalê rastî êrîşeke bi mûşekan hat
Nuçe Belav bike

Kêlgeha Kormor a gazê li Çemçemalê careke din rastî êrîşeke bi mûşekan hat. Di heyama 4 rojên borî de, ev cara sêyem e ev kêlgeha gazê rastî êrîşan tê.

Peyamnêrê K24ê li deverê da zanîn, îro bi mûşekan êrîş li kêlgeha Kormorê ya gazê ya li nahiya Qadirkeremê ya li Çemçemalê hate kirin.

Kompaniya Dana Gas, li kêlgeha Kormorê ya li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike.

Ev êrîşa li ser kêlgeha Kormorê ya gazê piştî wê tê, rojên 22 û 24ê Hezîranê jî bi mûşekan êrîş lê hatibû kirin û di êrîşa roja 22ê mehê de, du karmendên kompanyaya Dana Gas bi sivikî birîndar bûbû

K24
Vî nûçeyê tevayî: 505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:25:23