Kerkuk: Artêşa Îraqê 5 gund dorpêç kirin

Artêşa Îraqê, nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê xistiye bin çavdêriyeke giran.
04.10.2023, Çar - 11:00
Kerkuk: Artêşa Îraqê 5 gund dorpêç kirin
Nuçe Belav bike

Leşker li herêmê bi cih bûne û rê nadin ku cotkar herin nav zeviyên xwe.

Leşker li gundên Pelkane, Gabeleke, Şenaxe, Xerabe û Serbeşaxê rê nadin ku cotkar herin nav zeviyên xwe.

Cotkaran da zanîn, “Leşker kesên ku diçin nav zeviyên xwe desteser dikin.”

“Me emir standiye”

Cotkar Dilêr Kake Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ti hinceta wan nîne. Ez bi dehan belgeyan nîşanî wan didim lê tenê dibêjin, ‘Me emir standiye, em rê nadin ku hûn karê xwe bikin.’”

Ferhad Îsmaîlê ji gundê Pelkanê jî got, “Leşker tên, sîstema avdaniyê xera dikin û dişikînin. Zerereke zêde didin me, kes nikare karê xwe bike.”

Li aliyê din, ji bo çareserkirina pirgirêkên li van gundan lijneyek hatiye avakirin.

“Lijne, ji bo zeviyên Kurdan bide Ereban hatiye avakirin”

Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn li ser vê lijneyê da zanîn:

“Lijne hatiye avakirin da ku zeviyên Kurdan ji wan bistîne û bide Erebên hawirde lê tevên belgeyên me yên qanûnî hene û me ev belge nîşanî lijneyê dane.”

Rêveberiya Nahiyeya Sergeranê jî destnîşan kir ku astengirina karên cotkariyê xisareke zêde digihîne xelkê herêmê û “Geles kes naçar dimînin ku vê derê terk bikin.”

“Rê nadin ku xelk here nav zeviyên xwe”

Rêveberê Nahiyeya Sergeranê Evdilmutelib Necmedîn li ser mijarê wiha axivî:

“Van demên dawiyê biryarek hatiye dayîn û li gorî vê biryarê rê nadin ku xelk here nav zeviyên xwe. Ev yek, zerereke zêde dide aboriya welatê me.”

Li gorî şêniyê Sergeranê, ev zextên li ser cotkarên Kurd di ancama lihevkirina rêveberiya Kerkûkê û Erebên hawirde de rû didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:33