Kerkük: Artêşa Îraqê bi ser gundê Kurdan de girt: ‘Ev der axa me ye’

Artêşa Îraqê bi ser gundê Topzawayê yê Kerkûkê de girt û ji şêniyên gund xwest ku malên xwe biterikînin.
16.10.2023, Pts - 06:02
Kerkük:  Artêşa Îraqê bi ser gundê Kurdan de girt: ‘Ev der axa me ye’
Nuçe Belav bike

Leşkerên Liqa 11an a Artêşa Îraqê rêya gundê Topzawayê bi bariyerên betonî girt.

Artêşa Îraqê bi hinceta ku “zeviyên artêşê ne” heta niha dest daniye ser 4 hezar donim zeviyên Kurdan.

Berxwedana xelkê heta niha jî berdewam dike lê îro artêşa Îraqê hêzeke giran şand ser gund.

Leşkeran berê bi ser mala Dilber Mihemedê de girtiye û jê xwestiye ku mala xwe vala bike.

“Ev der gundê me ye, axa me ye”

Pîrejina bi navê Dilber Mihemed da zanîn ku kes li wan xwedî dernakeve û got:

“Kes li me xwedî dernakeve. Ev der gundê me ye, axa me ye. Em dê piştî niha herin kû derê? Em nikarin li mala xwe jî tiştekî bikin.”

Şeniyên Topzawayê dibêjin ku dewletê sala 1986an di çarçoveya polîtikayên Erebkirinê de dest daniye ser zeviyên wan.

Li gorî destûra bingehîn a Îraqê ev zevî dikevin çarçoveya Madeya 140î û dewlet nikare dest dayne ser wan.

Artêşa Îraqê guh nade destûra welatê xwe û niha hewl dide li Topzawayê leşkergehekê (qişle) ava bike.

Gundî li dijî vê biryara artêşê gelekî li ber xwe didin lê heta niha jî wan encamek bi dest nexistiye.

“Rê neda em bi fermandar re jî biaxivin”

Evdila Mihemed li ser helwesta artêşa Îraqê got, “Çawa hatin wan got ku dê malbatên li ser zeviyên qişleyê biqewirînin. Wan rê neda em bi fermandar re jî biaxivin.”

Rejîma Beasê sala 1987an li Topzawayê leşkergehek çêkir û gundî nefî kirin.

Şêniyên gund sala 2003yan vegeriyan gundê xwe lê vê carê jî artêşa Îraqê hewl dide dest dayne ser mal û milkê wan.

“Ma ez terorîst im?”

Aras Mihemed wiha axivî:

“Hatine ku dest daynin ser milkê me. Ez hatim ku piçekî bêhna xwe vedim lê leşkeran bi ser mala min de girtiye. Çima, ma ez terorîst im?”

Artêşa Îraqê hewl dide li gorî biryarnameya rejîma Beasê ya sala 1975an dest dayne ser zeviyên gundiyan û wan careke din naçarî koçê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 584 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:33